Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Meclis

Hevşaredar Emîn Ay, bû cîgirê Serokê 1. ê Meclîsa DBB'yê

Di Civîna Awarte/Asayî ya Meclisê ya Meha Îlonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, li ser îstifakirina Cîgirê Serokê 1. ê Meclisê Evin Yelboga hilbijartin hate çêkirin. Di encama dengdayînê de Hevşaredarê Bajarê Mezin Emîn Ay ji bo Cîgirîya Serokê 1. ê Meclisê hate hilbijartin. Hevşaredar Serra Bucak serketin ji Ay re xwest û hêvî kir ku peywira nû bi xêr be.

Rûniştina 5emîn a Civîna Asayî ya Meclisê ya Meha Îlonê ya Şaredariya Bajarê Mezin, di bin serokatiya Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak de li Salona Civînê ya Meclisê pêk hat. Hevşaredarê Bajarê Mezin Emîn Ay û endamên meclisê beşdarî civînê bûn.

Ji bo Cîgiriya Serokê 1. ê Meclisê hilbijartin hate çêkirin

Li ser îstifakirina Cîgirê Serokê 1. ê Meclisê Evin Yelboga ji peywira xwe re, di civînê de hilbijartina cîgirê serokê nû pêk hat. Di encama dengdayîna ku hate çêkirin de, Hevşaredar Emîn Ay ji bo peywira Cîgiriya Serokê 1. ê Meclisê hate hilbijartin.

‘Em hêvî dikin ku peywira wî bi xêr be’

Hevşaredar Serra Bucak piştî encamên hilbijartinê axivî û got, "Em Emîn Ay ê ku hem Cîgirê Serokê me yê 1. ê Meclisê ye û hem jî Hevşaredarê me ye pîroz dikin. Em hêvî dikin ku peywira nû ji bo bajar û meclisa me bi xêr be û serketinê di xebatên wî de dixwazin."

Endamên meclisê jî ji ber hilbijartina Emin Ay ya ji bo Cîgiriya Serokê 1. ê Meclisê ew pîroz kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan