Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Meclis

Endama Meclîsa DBBê Madenkuyu, beşdarî Civata Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê bû

Endama Meclîsa Bajarê Mezin a Amedê Kader Uzun Madenkuyu, li Strasbourgê beşdarî 49emîn Civîna Giştî ya Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê bû û di civînê de serî de zimanê zikmakî, mafên çandî û civakî û her wiha pêkanînên qeyûman xist rojevê.

Endama Meclîsa Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Kader Uzun Madenkuyu û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê ku ji kar hat dûrxistin Abdullah Zeydan, li bajarê Strasbourgê yê Fransayê beşdarî 49emîn Civîna Giştî ya Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê bûn.

Madenkuyu û Zeydan di hevdîtinên xwe yên di çarçoveya civîna giştî de, geşedanên derbarê pêvajoyê de, pêkanînên qeyûman û biryarên binpêkirina mafan ên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê xistin rojevê. Her wiha di hevdîtinan de mijarên têkildarî mafên çandî û civakî û bi taybetî jî zimanê zikmakî hatin gotûbêjkirin.

Hevdîtina bi Serokê Kongreyê û Raportorên Tirkiyeyê re

Madenkuyu û Zeydan, li gel Nûnerekî Konseya Ewropayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fayik Yagizay û tîma dîplomasiyê bi Serokê Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî yê Konseya Ewropayê Marc Cools û bi raportorên Tirkiyeyê Bryony Rudkin û David Eray re civiyan.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan