Emîne Erdogan serdana konê Diyarbekir kir
Emîne Erdogan hevsera Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, di bernameya salvegera 950’ê ya Serkeftina Melezgirtê de çû Xelata navçeya Bedlîsê û serdanek bo konê Diyarbekirê pêk anî.
Bernameya Serkeftina Melezgirtê ya sala 950’ê ku bi serperiştiya Serokomar tê lidarxistin, li devera Çarxo ya Xelatê li ser qadeke 450 hezar metrekare “Zoma Xelatê ya 1071 Sultan Alpaslan” hate vedan, dewam dike.
Emîne Erdogan hevsera Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, di bernameya salvegera 950’ê ya Serkeftina Melezgirtê de çû Xelata navçeya Bedlîsê û serdanek bo konê Diyarbekirê pêk anî û der barê wê de agahî wergirtin.
Şaredariya Bajarê Mezin, qedayifa Diyarbekirê îkramî Emîne Erdoganê kir, çenteyek xelatên ji materyalên bajêr jê re diyarî kir.
Walî Karaloglu, waliyên herêmê pêşwazî kirin
Walî Munîr Karaloglu, di bin konê Şaredariya Bajarê Mezin de parlamenter Oya Eronat, Emîne Yavuz Gozgeç, Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez, Waliyê Bedlîsê Oktay Çagatay û Waliyê Çewlikê Kadîr Ekincî pêşwazî kirin.
Karaloglu, qasekê di bin konî de bi waliyan re sohbet kir û paşê serdana konên dîtir kir.
