Endamên DEKê serdana Mizrakli kir
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, endamên Koperatîfa Esnafên Hevgir (DEK) kirin mêvan.
Endamên Koperatîfa Esnafên Hevgir (DEK) Selçuk Tezgel, Necat Demirkıran, Cebrail Karadal, Hüseyin Karabulut û Fuat Özgören, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir. Di serdanê de endamên DEKê daxwaza serkeftinê li Mizrakli kir. Mizrakli ji ber serdanê kêfxweşiya xwe derbirî û spasiya mêvanan kir.
Di serdanê de Mizrakli û endamên DEKê behsa pirsgirêkên esnafan ên bajêr kir û der barê çareseriya wan de bi hev re şêwirîn.
