Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Fêrgehên spora havînê dest pê dikin

Şaredariya Bajarê Mezin, di Fêrgehên Spora Havînê de ku ji bo zarokên 8-14 salî di 19 beşan de vekirine, dest perwerde û rahênanan dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, ji bo tevkariya pêşketina fîzîkî û civakî ya zarokan bike da ku ew havîna xwe bikêr derbas bikin Fêrgehên Spora Havînê vekirin û beşdariya fêrgehan bêpere ye.

Di Fêrgehên Spora Havînê de di branşên atletizm, basketbol, jimnastik, hokey, dart, futbol, hentbol, judo, karate, kick-boks, tenîsa kortê, tenîsa maseyê, kişik, taekwondo, şopgêrî, badminton, voleybol û avjeniyê de rahênan tên kirin.

Perwerde, li gorî branşê dê li dezgehên sporê yên Şaredariya Bajarê Mezin bêne kirin û dezgehên Midûrtiya Perwerdeya Bajêr û Midûrtiya Ciwanan û Sporê ya Bajêr jî dê ji bo rahênanan bêne bikaranîn.

Serlêdan dewam dikin

Serlêdana ji bo rahênanan li ser malpera Şaredariya Bajarê Mezin bi awayekî online têne wergirtin û her weha li Gerînendetîya Şaxa Sporê ya li Kompleksa Talaytepe jî tên qebûlkirin.

Kesên dixwazin der barê Fêrgehên Spora Havînê de agahiyan werbigire dikare li telefona 0412 229 48 80 daxîlî 4405 bigerin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan