Festîvala “Dilgeşkirina zarokan” bi rengînî dest pê kir
‘Festîvala Zarokan a Sûrê” bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê bi slogana “Werin em zarokan bi tîqetîqê şa bikin” bi beşdariya Hevşaredar Dr. Selçûk Mizrakli dest pê kir.
‘Festîvala Zarokan a Sûrê” bi serperiştiya Komela Berê Zarok bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê bi slogana “Werin em zarokan bi tîqetîqê şa bikin” dest pê kir.
Festîval, li Parka Ben û Senê ya li navçeya Sûrê bi Şahiya Zarokan a Şaredariya Sûrê dest pê kir. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr, Hevserokên HDPa Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyat Ceylan, parlamenterên Amedê yên HDPê Remziye Tosun, Semra Guzel, Saliha Akdenîz, Musa Farisogulari û bi sedan zarok û malbatên wan tê de amade bûn.
Hevşaredar Mizrakli, li parkê atolyeya boomwhackers, darbuqe, stranbêjî, mandala, rû rengandinê, brandaya potikan, rengandina keviran, gêc û herrîyê, pantomîm û veberanînê yek bi yek geriya. Mizrakli eleqeyeka germ nîşanî zarokan da û beşdarî atolyeyên wan bû. Mizrakli qirş û gendê derdorê berhev kir û avête sergoyê. Şahî, bi nimayîşkirina pantomîm û defê bi dawî bû.
Mîhrîcana zarokan dê heta 11ê pûşperê bidome û tê de muzîk, şano, sînema, atolyeyên hunerî, helkeftên ber hewayê û forûman berdewam bike.
