Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Festîvala Zarokan a Sûrê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê bi serperiştiya Komela Berê Zarok di navbera 7-11 hezîranê de bi slogana “Werin em di tîqtîqa zarokan de bigihîjin hev” “Festîvala Zarokan a Sûrê” li dar dixe. Bi boneya festîvalê civîna danasînê hate lidarxistin û li kuçeyên Sûrê bi erbanê broşûr û şekirokên eydê hatin belavkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê bi serperiştiya Komela Berê Zarok di navbera 7-11 hezîranê de bi slogana “Werin em di tîqtîqa zarokan de bigihîjin hev” “Festîvala Zarokan a Sûrê” li dar dixe. Civîna danasînê li Mala Hunerê ya Laleşê hate lidarxistin û ligel parlamenterên DHPê yên Amedê, Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bululttekîn, Seroka Komela Berê Zarok Cevahîr Sadak Duzgun, Serokê Daîreya Çand û Turîzmê Yavuz Akkuz û nûnerên hevkarên projeyê di civînê de amade bûn.

Di kombûna danasînê de der barê festîvalê de agahiyên berfireh hatin pêşkêşkirin û li ser giringiya festîvalek bi boneya zarokan bal hate kişandin. Di belavokê de ji gele Amedê hate xwestin ku tevê zarokên xwe beşdarî vê mîhrîcanê bibin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan