Fîlmên meha Hezîranê aşkere bûn
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo biçûk û mezinan rojên sinemaya bêpere li dar dixe, bernameya meha hezîranê aşkere bû. Dê di vê mehê de du fîlmên anîmasyon û fîlmekî honakî bê nîşandan û her weha dê Şahiya Zarokan a Sûrê bo cara yekê bê lidarxistin û tê de bo zarokan fîlmên anîmasyonê bên pêşkêşkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo biçûk û mezinan rojên sinemaya bêpere li dar dixe, bernameya meha hezîranê aşkere bû. Fîlm dê li Navenda Çandê û Kongreyan bên pêşandan û bo zarokan fîlma “Qey Pêlîstok Dîn bûne” û “Ratchet & Clan” bên nîşandayîn, bo mezinan jî fîlma bi navê “Safik” bête nîşandayîn.
Fîlma “Qey Pêlîstok Dîn Bûne” ku 87 deqe ye dê 1, 2, 15, 22, 23 û 29ê hezîranê, saet di navbera 11.00 û 14.00an de bê nîşandayîn. Fîlma “Fatchet & Clan” jî di navbera 1, 15, 16, 22, 29 û 30ê hezîranê de saet di navbera 11.00 û 14.00ê de bêt nîşandayîn. Heçî fîlma “Safik” e dê di navbera 2, 16, 23 û 30ê hezîranê de sae7 14.00ê bê pêşandanê.
Bo biçûkan Şahiya Zarokan a Sûrê heye
Şahiya Zarokan a Sûrê îsal cara yekem tê lidarxistin, di şahiyê de gelek aktîvîte hene. Her weha bo zarokan fîlmên anîmasyonê jî hene. Li gorî bernameya şahiyê, di navbera 8, 9, 10 û 11ê hezîranê de 5 fîlmên anîmasyon tên nîşandayîn.
