Guzeloglu: “Em dermanên WHOyê bi kar tînin”
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, serdana Beşa Dermankirinê ya bi ser Serokatîya Daîreya Karûbarên Temduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin kir. Rêzdar Guzeloglu bal kişand ku ew ê xebatên layiqê Diyarbekirê delal bikin û got, “Em wan dermanên ku WHOyê destnîşan kirine, ligel amûr û ekîpmanên wan di karûbarên dermankirinê de bi kar tînin.”
Rêzdar Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, ji bo kêmasiyên bajarê Diyarbekirê çareser bibin xebatên xwe didomîne û serdana xwe bo yeke û beşên xizmetguzariya Şaredariya Bajarê Mezin didomîne.
Rêzdar Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu û Sekreterê Giştî Muhsîn Eryilmaz, serdana Beşa Dermankirinê ya Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê kir.
Guzeloglu destxweşî li karmendên vê beşê kir û der barê xebatan de agahî wergirtin.
Guzeloglu ji ber keda wan a ji dil û can spasiya karkerên tenduristiyê kir û di xebata wan de serkeftin xwest.
Rêzdar Guzeloglu bal kişand ku her xebatkarê wan, li her 17 navçe û her gund û taxa wê, ji bo tenduristiya mirovan ji dil û can kar dikin û der barê xizmetguzariyê de axaftinek kir. Walî Guzeloglu di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya têkoşîna dijî nexweşiyan û bi bîr xist ku ew dermanên ku WHOyê diyar kirine bi kar tînin.
Guzeloglu rexne li rêveberiya HDPê girt got ku di xizmetguzariya tenduristiyê de kêmasî çêbûne û aşkere kir ku ew hewl didin, bo Diyarbekir û xelkê Diyarbekirê xizmetên baş û bi kalîte bikin. Walî Guzeloglu aşkere kir ku armanca wan ew e ku xelkê Diyarbekirê şa û kêfxweş bibe.
