Guzeloglu: Şaredarî destekê dide rezvan û çandiniyê
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li gundê Bademlî yê Pîranê beşdarî rezberiya Zekeriya Okmen bû û got ku bi mebesta piştgiriya çandiniya organîk, ew ê hemû lêçûna şitil, zibil û hatûçûyina rez û çandiniyê bigirin ser xwe.
Birêz Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li gundê Bademlî yê Pîranê beşdarî rezberiya Zekeriya Okmen bû. Walî Guzeloglu, cureyên tirîyê rezî tam kir. Di serdana rezan de ligel Walî Guzeloglu, qeymaqamê Pîranê Halil Îbrahîm Demirçin, Fermandarê Bajêr ê Cendirmeyan Mustafa Erdem, Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanan Mustafa Ertan Atalar, Serokê Yekitiya Berhemên Çandiniya Organîk Mehmet Şahinoglu, serekên jûrên Ziraetê, endamên koperatîfên cotyaran û xwedanên rez û baxan amade bûn.
Walî Guzeloglu, li vir axaftinek kir, bal kişand ku Diyarbekir dê li Tirkiyeyê di warê çandiniyê de bibe xwedî îdia. Walî Guzeloglu, behsa giringiya çandiniya organîk kir û diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin di vî warî de dê milê xwe bide bin barî û berpirsyariyê bigire ser xwe. Walî aşkere kir ku lêçûnên rez û baxan, zibil û şitil û sertîfîkayên cotyaran dê ji aliyê Şaredariyê ve bêne dabînkirin.
Walî di axaftina xwe de bal kişand ku veguherandina berhemên çandiniyê û diyar kir ku bi vî awayî dê adanî zêdetir bibe. Piştî axaftinê, Walî û şanda pê re daketin nav rezan, tirî çinîn û destxweşîya rezvan û cotyaran kir.
