HDPa Amedê serdana Mizrakli kir
Rêveberiya Bajarê Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir û Cejna Remezanê lê pîroz kir.
Hevserokên HDPa Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyat Ceylan ligel rêveberên bajêr serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir û Cejna Remezanê lê pîroz kir. Mizrakli, mêvanên xwe di derî de pêşwazî kirin û kêfxweşiya xwe bi seredanê anî ziman.
