HEVRA xebatên xwe didomîne
Navenda Destek û Şêwirmendî ya HEVRA ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xizmeta dijî tîryakêşiyê dimeşîne, xebatên xwe berdewam dike.
Navenda Destek û Şêwirmendî ya HEVRA ku di bin banê Serokatîya Daîreya Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xizmeta dijî tîryakêşiyê dimeşîne, xebatên xwe bi 2 sosyolog û 1 psîkologî berdewam dike. navend sala 2014an hatiye damezrandin û ji bo deverên di encama xebatên meydanî de tên destnîşankirin desteka psîkolojîyê dide. Li navenda HEVRAyê ji bo takekesên muptelayê tîryakê û malbata wan piştgirîya sos-psîkolojîk tê kirin û xebatên atolyeyê tên kirin, terapîyên komî û xizmetên piştgiriya psikolojik jî tên dayîn.
Civaknas Pervîn Yetîz Demîr der barê xebatên HEVRAyê de agahîyên berfireh dan û aşkere kir ku ji sala 2014an ve ye ew li Sumerparkê vê xebatê dimeşînin. Demîr, bi berfirehî agahî der barê navendê û xebatên wê de dan.
