Ji Hevşaredaran re serdana esnafên pîşesaziyê
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, li navçeya Yenişehirê serdana esnafên a Pîşesaziyê ya 1emîn û 2yemîn kirin û guhdariya daxwaz û pêşniyarên wan kirin. Hevşaredaran teqez kir ku ji bo esnaf di hawirdoreke saxlem de xizmetê bidin, dê hemû gavên pêwîst bi biryardarî bên avêtin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku daxwaz û pêşniyarên esnafên ku li bajêr dixebitin rasterast guhdar bike serdanên xwe berdewam dike. Di vê çarçoveyê de ji aliyê Serokatiya Beşa Çapemenî, Weşan û Têkiliyên bi Gel re serdana esnafan ji bo a Pîşesaziyê ya 1emîn û 2yemîn a li navçeya Yenişehirê hat organîzekirin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, dikanên li a pîşesaziyê yek bi yek geriyan û bi esnafan re hatin cem hev. Di serdanê de Hevseroka Navçeya Yenişehirê ya DEM Partiyê Berivan Beyazadam, endamên meclisê, serokên beşên eleqedar û rêveberiya a pîşesaziyê jî amade bûn. Hevşaredaran bi esnafan re li ser rewşa giştî ya a pîşesaziyê û tevkariyên ku rêveberiya herêmî dikare bike, ramanên xwe parve kirin.
Esnafan daxwazên xwe anîn ziman
Di dirêjahiya serdanê de, esnafên sîteya pîşesaziyê pirsgirêkên xwe yên binesazî û hawirdorê gihandin Hevşaredaran. Esnafan daxwazên xwe yên derbarê xebatên binesazî û joresaziyê, xizmetên paqijiyê û golikên avê yên ku bi baranê re çêdibin anîn ziman.
Pênaseya potansiyela hilberînê û beşdarbûna biryaran
Hevşaredarên ku di serdanê de bi esnafan re sohbet kirin, teqez kirin ku zêdekirina potansiyela hilberînê ya Diyarbakırê di nav armancên wan ên sereke de ye. Hevşaredaran diyar kir ku pirsgirêkên kentê tenê bi hişê hevpar û piştevaniyê dikarin werin derbaskirin û destnîşan kirin ku di rêveberiya şaredariyê de beşdarbûna gel û karkerên kentê ya di pêvajoyên biryargirtinê de bingeh digirin.
Hemû gavên pêwîst dê bi biryardarî bên avêtin
Hevşaredarên ku pirsgirêkên hatine anîn ziman yek bi yek not kirin, diyar kirin ku astengiyên di sîteya pîşesaziyê de dê di demeke herî kurt de werin çareserkirin. Hevşaredaran teqez kir ku ji bo esnaf di hawirdoreke saxlemtir û rehet de xizmetê bidin, dê hemû gavên pêwîst bi biryardarî bên avêtin.
