Tîmên Çareseriya li Cih li Sîteya Sanayiyê ya 4an guh da esnafan
Tîmên Çareseriya li Cih ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Sîteya Sanayiyê ya 4an serdana nêzî 800 esnafî kirin û guh dan pirsgirêk, daxwaz û pêşniyarên wan. Li gorî daxwazên derbarê komkirina bermahiyan û wesayîtên peritî de, bi yekîneyên peywendîdar re hevdîtin hatin kirin.
Tîmên Çareseriya li Cî ku xebatên xwe di bin banê Rêveberiya Şaxê Têkiliyên bi Gel re ya Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşana û Têkiliyên bi Gel re berdewam dikin, serdanên xwe yên esnafan didomînin. Tîmên ku bende û bendewariyên welatiyan ên derbarê xizmetên şaredariyê de rasterast guhdar dikin, li Sîteya Sanayiyê ya 4an serdana cihên kar kirin û bi nêzî 800 esnafî re hatin cem hev.
Ji veguhastinê heta binesaziyê daxwaz hatin guhdarkirin
Di serdanan de esnafan daxwazên xwe yên derbarê veguhastinê, nûkirina toreya ava vexwarinê, peydakirina konteynerên çopê û zêdekirina qadên keskeşîn gihandin tîman. Esnafan her weha xwest ku wesayîtên peritî û jikarketî yên di nav sîteya sanayiyê de werin komkirin û ji bo bermahiyên ku dikarin ji nû ve werin bikaranîn, qutiyên vezîvirandinê (recycling) werin danîn.
Ji bo komkirina bermahiyan bi yekîneya peywendîdar re hevdîtin hat kirin
Li gorî daxwazên gihîştî, bi Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewa û Sifir Bermayî re hevdîtin hat kirin û nivîsa fermî hat şandin. Dema ku hat diyarkirin ku karê komkirina bermahiyan ji hêla şirketê ve tê meşandin, serokatiya daîreyê ji şirketa peywendîdar daxwaz kir ku bermahiyên li sîteya sanayiyê bide komkirin.
Pêvajoya komkirina wesayîtên peritî hat nirxandin
Li ser daxwaza komkirina wesayîtên di nav sîteya sanayiyê de peritî, bi tîmên Zabitaya Trafikê re jî hevdîtin hat kirin. Tîmên Zabitaya Trafikê ragihandin ku wan berê li ser vê mijarê çend caran bi yekîneyên ewlehiyê (emniyetê) re hevdîtin kirine û xebata ji bo komkirina wesayîtan bêyî erêkirina ewlehiyê nayê meşandin.
