Hevşaredar Bucak bi jinên hilberîner re hat ba hev
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi serdana Bîstanên Bajêr ên Komûna Jinan re bi jinên hilberîner re hat ba hev û diyar kir ku ew girîngiyê didin beşdariya jinan a di hilberînê de û avakirina torake bihêz a piştgiriyê di navbera wan de.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, ji bo bihêzkirina aboriya jinan, zindîhêlana tovên xwemalî û geşkirina hilberîna ekolojîk serdana Bîstanên Bajêr ên Komûna Jinan kir ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatine avakirin.
Hevşaredar Bucak qada bîstanî geriya, berhemên ku hatine çandin lêkolîn kirin û beşdarî berhemhilanînê bû; yek bi yek bi jinên hilberîner re sohbet kir û li ser xebatên ku têne kirin agahî girtin. Bucak diyar kir ku ew girîngiyê didin hem beşdariya jinan a di hilberînê de hem jî avakirina torake bihêz a piştgiriyê di navbera wan de.
Kultura piştgiriyê ya di navbera jinan de geş dibe
Bîstanên ku li wargeha Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundî ya li taxa Talaytepeyê ya navçeya Peyasê (Kayapinar), di bin pêşengiya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan de hatine avakirin, piştgiriyê didin zindîhêlana tovên xwemalî, geşkirina hilberîna ekolojîk û pêşxistina kultura piştgiriyê ya di navbera jinan de.
Amanc ew e ku hilberîn li qadên berfirehtir bê belavkirin
Di çarçoveya projeyê de li bîstanan ji bilî sewzeyan, giyayên tibî û aromatîk jî têne çandin. Di qonaxa yekem de berhemên ku ji bîstanan tên bidestxistin ji aliyê jinan ve di çarçoveya pêdiviyên malê de têne nirxandin; jin bi ezmûn û zanîna teknîkî ya ku di vê pêvajoyê de bi dest dixin, amanc dikin ku di paşerojê de hilberînê li qadên berfirehtir belav bikin û di aboriya bajar de rolek çalaktir bilîzin.
Di vê serdanê de Alîkara Sekreterê Giştî Zerin Turk, endamên meclisê û serokên daîreyan yên têkildar li gel Hevşaredar Bucakê bûn.
