Hevşaredar di vekirina 7emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê de
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik beşdarî vekirina 7emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê bûn.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik beşdarî vekirina 7emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê bûn. Festîval ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve bi slogana “Heqîqet Azad Dike” tê lidarxistin. Festîval li Sehneya Şanoya Bajêr a Amedê ya li Diyar Galeryayê hate vekirin û ji bo bîranîna şanoger Mehmet Emîn Yildirim tê pêkanîn. Yildirim par ji nava me koç kiribû.
Berî vekirina festîvalê Hevşaredar Uyanik axivî û bal kişand ku ligel hemû qewmînên neyînî jî hatine cem hev û got, “Şano, huner e, hezkirin e. Li vê qadê nirx digihîjin hev. Şanoya Amedê jî di rojên reştarî de mîna fanûsekê derdora xwe ronî kir. Şanoya Bajêr a Amedê ji vî warî ve gelek giring e.”
Hevşaredar Mizrakli jî bal kişand ser heman mijarê û got, “Çîrok naqede, dibe ku her tişt talan û wêran bibe lê çîrok dewam dike. Ev çîroka ji berê destpêkirî û îro jî dewam dike gelek nirx afirandin, gelek berhemên gewre li pey xwe hiştin. Dema herî giran li ber xwe da û bû erşê têkoşînê.”
Piştî axaftinan, festîval bil istika “Tenê Ez” ya koma Teatra Jiyana Nû dest pê kir. Festîvala şanoyê heta 5ê gulanê didome û şano dê li Salona Şanoyan a Navenda Çand û Kongreyê a Şaredariya Bajarê Mezin bên pêşkêşkirin.
