Hevşaredar Mizrakli çavdariyên xwe didomîne
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, xebatên serokatîyên daîreyên Kordînasyona Binesazî û Çaksaziya Rêyan, Park û Baxçeyan û Xizmetên Civakî venêrtin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, xebatên ku bi destê serokatîyên daîreyan ve tên meşandin seh kirin. Mizrakli, xebatên serokatîyên daîreyên Kordînasyona Binesazî û Çaksaziya Rêyan, Park û Baxçeyan û Xizmetên Civakî venêrtin û der barê xebatan de agahî ji rayedarên beşan wergirtin.
Mizrakli xebatên ku Serokatiya Daîreya Kordînasyona Binesazî û Çaksaziya Rêyan li ser Rêya Kevin a Siwêregê dimeşîne seh kir û got ku bi saya vê xebatê xelkê liv ê deverê dijî ji toz û xeparê xilas bûye. Mizrakli, da zanîn, piştî xebatên vegirtina rûyê ewil ê rê bi dawî bibe, ew ê xebatên refûj û kulîlkdanînê li deverê bidin destpêkirin û pirs û pirsgirêkên xelkê devê rê guhdarî kirin. Mizrakli pişt re saxtîya xebatên li Parka Kardeşlik û Meydana Bajêr kirin. Mizrakli li Meydana Bajêr gerîya û got ku ji bo zarok bêhtir ji van deran sûdê werbigirin ew ê di bin banê Serokatiya Daîreya Ciwan û Sporê de xebatên cur bi cur bimeşînin.
Bo astengdaran xizmeta servîsê
Pişt re Mizrakli rû li Parkormaniyê kir û serdana Navenda Jiyana Çalak a astengdaran kir û bi zarokên li vir perwerde dibin mijûl bû. Zarokên astengdar ku di atolyeyan de kar dikin, destkariya xebata xwe diyarî Mizrakli kirin, Mizrakli got ku ew ê ji bo astengdaran xizmeta servîsê dabîn bikin. Mizrakli aşkere kir ku êdî astengdar dê bi servîsê bo navendê bêne anîn û piştî karê xwe jî dê servîs wan bibe mala wan.
