Hevşaredar Mizrakli cejna xebatkaran pîroz kir
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li derwazeya avahiyê pêşwazî kirin û cejna wan a qurbanê pîroz kir.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, ligel endamên meclisa şaredariyê û alîkarên sekreterê giştî xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li derwazeya avahiyê pêşwazî kirin û cejna wan a qurbanê pîroz kir.
Hevşaredar Mizrakli û kesên pê re, çîqolete îkramî xebatkaran kirin û di xebata wan de serkeftin xwest. Mizrakli, giringiya cejna bi bîr xist û daxwaza tenduristî, aramî û aştiyê kir.
