Hevşaredar Mizrakli serdana Dengbêjan kir
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, serdana Mala Dengbêjan kir, sehêtîya xebatên vir kir û guhdêriya stran û kilamên dengbêjan kir.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, serdana Mala Dengbêjan ku navçeya Sûrê di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî de xebatê dike, kir. Mizrakli ji aliyê dengbêjan ve hate pêşwazîkirin û guhê xwe da stranên dengbêjan. Her weha Mizrakli bi mêvanên mala dengbêjan re sohbet kir.
Hevşaredar Mizrakli, bal kişand ku dengbêjî terzê jiyana gel raber dike, çand û zargotina kurdan dide der û di nav kurdan de giraniyeke mezin a dengbêjiyê heye û got ku serçaviya dengbêjiyê jiyana civakê ye. Piştî guhdarîkirina dengbêjan Mizrakli bi rayedarên vê beşê re hevdîtinek pêk anî û da zanîn ku Şaredariya Bajarê Mezin dê di warê çandê de gelek pêngavan bavêje.
