Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Mizrakli serdana Dibistanên Spora Havînê kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, serdana zarokên di kursa avjenî û futbolê ya Dibistanên Spora Havînê de perwerde dibin, kir.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, serdana zarokên di kursa avjenî û futbolê ya Dibistanên Spora Havînê de perwerde dibin, kir û der barê perwerdeya zarokan de agahî wergirtin. Di serdanê de li gel Mizrakli, endamên meclisa şaredariyê, alîkarên sekreterê giştî û amîrên beşê amade bûn.

Hevşaredar serdana melevangeha li TOKîya Seyrantepe ya li navçeya Yenîşehrê kir û der barê avjeniya zarokan de agahî ji rayedaran wergirt. Mizrakli piştre derbasî Dezgehên Sporê yên Talaytepê bû. Li ve derê ji aliyê Serokê Klûba Amedsporê Metîn Kilavuz ve hate pêşwazîkirin. Hevşaredar Mizrakli û kesên pê re li vê derê bi zarokên rahênanê dikin re hevdîtinek kir û der barê rahênana wan de agahî ji rayedaran wergirt. Mizrakli bi zarokan re eleqedar bû û daxwazên wan ji Şaredariyê pirsîn. Mizrakli, salona sergirtî ya li tesîsê jî seh kir û got ku ji bo astengdar jî bikaribin ji vê derê sûdê werbigirin xebatên wan hene.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan