Hevşaredar Mizrakli serdana mezelan kir
Di erefa Cejna Qurbanê de Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli serdana Goristana Yenîkoyê kir, giyayê li ser goran şîn hatî bi qelexê çinî paqijiya mezelan kir û dua kirin.
Di erefa Cejna Qurbanê de Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli serdana Goristana Yenîkoyê kir. Di serdanê de endamên meclisê jî amade bûn, Mizrakli bi qelexê giyayên ser goran çinîn, av li mezelan reşand, qurnefîlên sor danîn ser û dua kirin. Ji ber erefa cejnê ye, gelek xelk hatibû ser gorên miriyên xwe, Mizrakli bi xelkê wir re axivî û sersaxî li wan da. Mizrakli, li hemû gorên goristanê gerîya û serdana mezelê Tahîr Elçî, Îlhan Dîken, Cîhan Denîz û Husnu Ablay jî kir û ji ruhê wan re dua kirin.
