Holikên qaçax ji Baxçeyê Millet hatin rakirin
Şaredariya Bajarê Mezin, holikên ji bo karûbarên xweser li Baxçeyê Millet ê li navçeya Sûrê hatibûn çêkirin û dibûn sedema dagirtina wî aqarî, ji wir hilanîn.
Serokatiya Daîreya Zabiteyan, li kesên li ser aqarê Baxçeyê Millet bi mebesta karûbarên bazirganî holik çêkiribûn, mudaxele kir.
Kelûpelên kesên bi awayekî bê qanûnî ew der dagir kiribûn hatin rakirin.
Ji bo ev aqar dîsa neyêne dagirkirin Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan xebata peyzajê da destpêkirin.
Serokatiya Daîreya Zabiteyan, ji bo nehêle aqarên cemaweriyê bêne dagirkirin dê li seranserê bajêr xebatên xwe bidomîne.
