Îhaleya plakeya servîsê bo navçeyan tê kirin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo plakeya servîsan li navçeya Sûr, Baglar, Peyas, Yenîşehir, Farqîn, Bismil û Erganê diçe îhaleyê.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo hatûçûna welatiyan bi hêsanî pêk were û veguhastina servîsan bikeve bin qeydan xebat dan destpêkirin.
Serokatiya Daîreya Hatûçûnê, ji bo bicihanîna xizmeta servîsan û ji bo plakeya servîsan li navçeya Sûr, Baglar, Peyas, Yenîşehir, Farqîn, Bismil û Erganê diçe îhaleyê.
Îhale li gorî benda 45ê ya qanûna hejmar 2886ê tête pêkanîn û buhayê îhaleyê jî ji bo Sûr, Baglar, Peyas û Yenişehrê 100 hezar hate destnîşankirin, ji bo Erganî û Bismilê 50 hezar û ji bo Farqînê jî 40 hezar berdel hate kifşkirin.
Li navçeya Sûr, Baglar, Peyas û Yenîşehrê bi giştî 300, li Erganî 90, li Bismilê 65, li Farqînê 45 plake bi maweyê 29 salan dê bikevin ber îhaleyê.
Di îhaleyê de kesên xas dikarin 1, kesên tüzel dikarin 10 plakeyan werbigirin. Ji bo wergirtina plakeyê divê plakexwaz li wê navçeyê akincî be.
Demên îhaleyê
Îhale dê li Navenda Çandê ya Alî Emîrî ji aliyê Encumena Şaredariyê ve bêne pêkanîn û îhaleya Sûr, Baglar, Peyas û Yenişehrê 23ê adarê, ya Erganî 30ê adarê, ya Bismilê 31ê adarê û ya Farqînê 1ê Nîsanê bête kirin û saeta îhaleyan saet: 10.00 e.
Agahiyên der barê îhaleyan de bi qismî be jî dê li ser malpera Şaredariya Bajarê Mezin bêne weşandin.
