Însiyatîfa Psîkologên Mezopotamyayê Serdana Mizrakli kirin
Hev Berdevkê Însiyatîfa Psîkologên Mezopotamyayê Şerîf Akbaş û endaman, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli kirin û di berpirsiyariya wî ya nû de jê re hêviya serkeftinê kirin. Di hevdîtinê de endamê însiyatîfê Şiyar Güldîken di derbarê xebatên ku Însiyatîfa Psîkologên Mezopotamyayê de pêzanîn da û got ku li Stenbol, Amed û Mêrsînê 300 endamên însiyatîfa wan hene. Güldîken, weşanên ku xebatên endamên wan ên derbarê psîkolojiyê de kirine û hatine weşandin diyarî Mizrakli kir.
Mizrakli, kêfxweşiya xwe ya mazûvaniya mêvanên xwe yên gênc anî ziman û ji niha pêde di karê û barê endamên Însiyatîfa Psîkologên Mezopotamyayê de hêviya serkeftinê ji wan re kir.
