Îtfaiyeya Diyarbekirê perwerde da 71 şaredariyan
Şaredariya Bajarê Mezin bi hevkariya GABBê qoreke perwerdeya agirkujiyê bi beşdariya çendek îtfaiyeyên bi ser şaredariyan pêk anî.
Şaredariya Bajarê Mezin, perwerdeya agirkujiyê da şaredariyên Semsûr, Agirî, Batman, Bedlîs, Elezîz, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex û Dersîmê jî tê de, 71 beşên îtfaiyeyên van şaredariyan.
Bernameya perwerdeya agirkujiyê li melbenda agirkujiyê ya Peyasê birêve çû û tê de perwerdeya îtfaiyeya pratik, teorik, rêveberiya afatan û kordînasyonê hatin dayîn.
Perwerde bi 3 grûbî hate dayîn û di diwayî de belgename dane îtfayekarên beşdar.
Îtfayekar ji bo her rewşê amade ne
Serokê Daîreya Agirkujiyê Veysel Yigit, diyar kir ku perwedeya wan kirî di asta standartên Tirkiyeyê de bûye.
Yigit bal kişand ku îtfayekar ji bo her rewşê amade ne û weha axivî:
“Li vê derê hemû senaryoyên ku îtfayekar mimkûn e di operasyonên hawarçûn û rizgarkirinê de bêne serê mirov tên pêşandan. Di rahênanê de agirkuj, fêrî wê dibin ku dema çav çavan nebine ka çawa dikarin ekîpmanên xwe bi kar bînin.”
Perwerde ji bo parvekirina ezmûnan giring e
Midûrê Îtfaiyeya Şernexê Reşat Ustun diyar kir ku ev rahênan ji bo hevparîkirina ezmûnan têra xwe giring e.
Ustun bal kişand ku wan der barê cureyên agirpêketinê de perwerde dîtiye û weha axivî:
“Di perwerdeyê de, me der barê destwerdana şewata ron, gaz û deverên girtî de bi pratîkî dît. Em gelekî paxavê bi vê rahênanê didin û ez wisa bawer dikim ku divê bi awayekî rutin ev rahênan bêne kirin. Tiştên em li vê fêr bûne em ê di meydanî de bi xebatkarên xwe re pêk bînin.”
Hayrullah Yaşar erkdarekî îtfaiyeya Sêrtê ye, diyar kir ku ew ev 17 sal e vî karî dike û got, perwerdeyên bi vî awayî hevgirtina me zêdetir dike.
Celîl Kaya midûrê îtfaiyeya Hezexê ye, got ku ew bi 2 xebatkarên xwe re beşdarî vê perwerdeyê bûne û got, “Ev qora perwerdeyê gelek baş derbas bû. Em fêrî destwerdana li agirpêketinê bûn. Ez spasdar im li her kesê tevkariya me kiriye.”
Di nava salê de dê perwerdeyên şaredariya bajarê mezin berdewam bikin.
