Îtfayekarên herêmê li Diyarbekirê gerîyan
Şaredariya Bajarê Mezin û GABBê bi hev re li Diyarbekirê bernameyeke perwerdeyê ji bo agirkujan li dar xist û bi boneya vê bernameyê ji bo îtfayekaran ger û geştek li dar xist.
Şaredariya Bajarê Mezin, îtfayekarên ji navçe û bajarên deverê ji bo bernameyeke perwerdeyê hatine Diyarbekirê bernameyeke geryanê pêk anî.
Ji şaredariyên Sêrt, Şernex û Dersîmê 19 neferên îtfaiyê beşdarî bernameyê geştûguzarê bûn, li deverên dîrokî û çandî yên li navenda bajêr û navçeya Gêlê geriyan.
Bi serkêşiya rêberên bi ser Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, îtfayekar li Kompleksa Muzeya Keleha Navîn, li qebrên eshabeyan ên li Mizgefta Hezretî Silêman, Mizgefta Mezin, Xana Hesenpaşa, Xana Delîlan, Muzeya Bajêr a Diyarbekirê geriyan û der barê wê de agahî wergirtin.
Neferên îtfaiyê ligel şûnwarên dîrokî yên navenda bajêr çûn navçeya Gêlê û li qebrên pêxemberan, Keleha Asûr, gorên qralan ên zinarîn û gola benda Dîjleyê gerîyan û demeke xweş derbas kirin.
Ahmet Ertaş di îtfayeya Şernexê de dixebite, diyar kir ku wan di perwerdeyê de destwerdana bi şewatên ron û gaz dîtiye û got ji bo wan bûye ezmûneke baş.
Tuncer Hare ji şaredariya Perteka Dersîmê ye, bal kişand ku ev perwerde pir bikêr bûye û got, “Me di perwerdeyê de bi prastîkî destwerdana li şewatan dît û me kêmasiyên xwe borandin. Em ji vê rahênanê memnûn in û ji bo amadekaran spasiyê dikim.”
