Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji bo balê bikêşin ser mafên jinan pifdank berdan

Jinên ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de dixebitin, ji bo bale bikêşin ser tundûtûjiya ser jinan pifdankên narincî bi hewa xistin.

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tuntûtûjiya Ser Jinan a Navneteweyî bernameyên hişyarkirin û pêhesandinê li dar dixe.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê, bi boneya bale bikêşe ser mafên jinan û di vî warî de pêhesandin çêbe li Pira Dehderî bernameyek li dar xist.

Jinên di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de dixebitin pankartên li ser “Ji Tundîya Ser Jinan Re Bes e” nivîsandî hilgirtin û paşê pifdankên li ser ““Ji Tundîya Ser Jinan Re Bes e” yên bi rengê narincî berdan.

Seroka Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê û Jinan Ayşe Handan Eker û Midûrê Xizmetên Malbat û Civakî Muzafer Akçam di bernameyê de amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan