Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji bo binesaziya Diyarbekirê 16 proje hatin bipêşxistin

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), di sala 2021ê de ji bo xurtkirina binesaziya Diyarbekirê 16 proje bi pêş xistin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, der barê projeyên 2021 û 2022ê li seranserê Diyarbekirê hatine kirin û dê bêne kirin de daxuyanîyek da çapemeniyê.

Tutşî di daxuyaniya çapemeniyê ya li otelekê de diyar kir ku DÎSKÎyê li 17 navçeyan bi 1.271 xebatkar û 293 wesayitan ve xizmet meşand.

“DÎSKÎ paşeroja xwe plan dike û welê dixebite”

Tutşî diyar kir ku wan ji bo vexwarinê û ji bo mezaxtinê borîyên avê danîne, dezgehên parzinandinê, navendên peydakirin û jenîna enerjiyê, depo, bendên avê çekine û ji bo dabînkirina vana xebatên sererdê meşandine.

Tutşî, weha axivî:

“Dezgehên me ava em ji hemû kaniyan hildidin diparzine, bi vî awayî xelkê me aveke paqij ji kaniyên mala xwe vedixwin. Giringiya avê, li Tirkiye û hemû cihanê pir baş tê zanîn, pêdiviya herî sereke av e. DÎSKÎ bi erke dabînkirina avê radibe, ev barê giirng li ser pişta wê ye. Her weha pirsa avê ne tenê pirsa vê rojê ye, her weha pirsa dahatûyê ye jî.”

Tutşî, bi bîr xist ku van 2 salên dawiyê ji bo li Diyarbekirê pirsa avê bi awayê herî rast bête arastekirin wan vîzyonek daniye pêş xwe, lewra wan bi vê hişmendiya xetên avê danîne, tesîsên modern çêkirine û bi dabînkirina xetên kanalîzasyonê hiştiye ku ava Çemê Dîjleyê neyê hedimandin.

“Em dixwazin rêvebirina avê birêkûpêk bikin”

Tutşî bal kişand ku ew bi Projeya SCDAyê ava Diyarbekirê kontrol dikin û rê li ber îsrafa avê digirin û got ku projeyên wan ji bo hindê ne ku 50 salên pêş, heta 100 salêm pêş jî gencîneya avê Diyarbekirê bigirin bin kontrolê.

Tutşî, axaftina xwe weha domand:

“Ji bo parastina serçaviyên ava Diyarbekirê û bipêşxistina binesaziya wê îsal, Benda Farqînê durist dibe; bi wê re 7 bendên dî yên avê li ser çem û robarên Diyarbekirê têne çêkirin. Hemû jêderkên Diyarbekirê, gencîneya avê, ev hemû razemenî ji bo xizmeta 1 milyon û 800 hezar şêniyên Diyarbekirê ye. Dezgehên parzinandinê, bîrên avê li gundan, 6 bendên heyî tev milkê xelkê me ne. Ev ne tenê ji bo mirovên ne li vir dijîn, ji bo zarokêndê sibe bên dinyayê jî kanî ne, av mîsogeriya paşerojê ye.”

“Aboneyên me paydarên me ne”

Tutşî, diyar kir ku di rêvebirina jêderkên avê de ew her aboneyî paydarê xwe dibînin û weha axivî:

“Projeyên me yên bi buhayê 550 milyonî ku hin jê bi serî bûne hin berdewam dikin, ji bo rêvebirina avê ya li Diyarbekirê nêrîneke nû ji me re çêdike. Em her welatiyê xwe dikin paydarê vê xebatê û pê re paşeroja avê mîsoger dikin. Di serî de rêzdar Walî Munîr Karaloglu, em spasiya hemû dam û dezgehên ku alî me kirine, dikin.”

Tutşi, yaptığı açıklamaların ardından 2021’de merkez ilçelerden, en ücra kırsal mahallelere hayata geçirdikleri projeleri paylaştı.

“Li Diyarbekirê sala 2021ê 16 proje pêk hatin”

Tutşî di axaftina xwe de bi berfirehî behsa projeyan kir û bal kişand ku xebatên bîrên avê yên li gundan, navendên nû yên bişkaftina avê, xetên kanalîzasyonê, depoyên avê yên nû, xetên ava baranan, xetên nû yên ava vexwarinê û got ku wan di sala 2021ê de 16 projeyên mezin ji bo Diyarbekirê pêk anîne.

“13 proje li ber çêkirinê ne”

Tutşî destnîşan kir ku DÎSKÎ bi çavkaniyên xwe û bi fînansmanên derve 13 projeyên wan li ber çêkirinê ne û aşkere kir ku ev proje, xetên ava vexwarinê, xetên kanalîzasyonê û xebatên din ên binesaziyê li xwe digirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan