Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Xizmetên Astengdar û Temenmezinan

Ji bo xwendekarên astengdar piştgiriya qirtasiyeyê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya sala nû ya perwerde û hînkirinê, ji bo 70 xwendekarên astengdar ên ku dewama perwerdeya fermî dikin, çenteyên dibistanê, defter û komên pênûsan gihandin destê wan. Di çarçoveya xebatê de tê armanckirin ku di nava salê de bi giştî bigihêjin 220 zarokên astengdar.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên ji bo piştgirîkirina pêvajoyên perwerdeyê yên kesên astengdar didomîne. Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîran, Midûriyeta Şaxa Astengdaran, beriya sala nû ya perwerde û hînkirinê xebateke piştgiriya qirtasiyeyê pêk anî. Di çarçoveya xebatê de, ji bo 70 xwendekarên astengdar ên ku ji navendên girêdayî midûriyetê xizmetê digirin û dewama perwerdeya fermî dikin, alavên qirtasiyeyê yên ku ji çenteyê dibistanê, defter û koma pênûsan pêk tên, gihandin wan.

"Xebatên me yên piştgiriya psîkososyal berdewam dikin"

Serokê Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîran Anil Aslan ê ku derbarê xebatê de agahî dan, diyar kir ku çalakiyên piştgiriyê yên ji bo kesên astengdar û temenmezin berdewam dikin. Aslan da zanîn ku di nava serokatiya daîreyê de Midûriyeta Şaxa Astengdaran, Midûriyeta Şaxa Nexweşiyên Kêmpeyda û Kronîk û Midûriyeta Şaxa Xizmetên Pîran xizmetê didin û diyar kir ku ew xebatên piştgiriya psîkososyal didomînin.

Aslan bi bîr xist ku piştgiriyên ji bo nexweşên sîlyak (celiac), PKU û penceşêrê û xizmeta Taksiyeke Civakî didomin, li Navenda Jiyana Bi Hev Re û du Malên Bchnvedanê jî ji bo hezar û 107 zarokan xizmeta piştgiriya psîkososyal, perwerde û perwerdeya taybet tê pêşkêşkirin.

Armanc xwe gihandina bi 220 zarokên astengdar e

Aslan derbarê çarçoveya piştgiriya qirtasiyeyê de wiha got: "Me ji bo 70 zarokên astengdar ên ku ji me xizmetê digirin û di heman demê de diçin dibistanê, piştgiriya alavên qirtasiyeyê û çenteyê dibistanê kir. Armanca me ew e ku em îsal bi giştî xwe bigihînin 220 zarokan."

Aslan bal kişand ser wê yekê ku armanca xebatê ew e ku tevkariyê li wekheviya derfetan a di perwerdeyê de bike û wiha got: "Armanca me ew e ku em bi qasî ku bibe jî tevkariyê li kêmkirina bêwekheviya derfetan a di perwerdeyê de bikin. Xebatên me yên di vî warî de wê bi zêdebûn berdewam bikin."

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan