JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Tesîsên Civakî yên Gola Hezarê bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi biryarekê 13/07/2019ê roja şemiyê ji aliyê rayedarên Qeymaqamtîya Medanê ve hate daxistin. Ekîbên qeymaqamtîyê biryar ligel palpiştiya hêzên cendirmeyan ji bekçîyê tesîsê re ragihand.
Nivîsa daxistina Tesîsên Civakî yên Kampa Hezarê ku wek sedema daxistina wê hatiye destnîşankirin ji aliyê Qeymaqamtîya Medanê ve li gorî usûlê nehatiye ragihandin û îdiayên ku kêmasiyên kampê hene ji me re bi çi nivîsê nehatine diyarkirin. Qeymaqamtîya Madenê û Walîtiya Elezîzê bo daxistina lêpirsîneke bi sala 2016ê nîşan daye û lêpirsîn di sala 2019an de bi encam kiriye. Qeymaqamtîya Madenê îdia kiriye ku ev tesis di sala 2017-2018ê de nehatiye bikaranîn. Ancax, rayedarên Qeymaqamtîya Madenê û rayedarên din ên Elezîzê baş dizanin ku qasî li ser hesabên rayedarên şaredariyê xuya bûye, di dema qayim de jî ev tesis hatine bikaranîn. Di dema qayim ve ev tesîs hem bo xizmeta mezinan hatiye bikaranîn hem jî bo hin weqfan û wê demê ev kêmasiyên niha tên beshkirin nehatine diyarkirin û ev îdia nehatine kirin.
Şaredariya me ji 16ê Nîsana 2019ê ve ji bo aliyên desteng ji vê tesîsê sûdê werbigirin hewldaneke mezin daye ber xwe. Çaksazî û saxtîya di dema qayim de nehatiye kirin, hatiye kirin û kêmasiyên dezgehê hatine çareserkirin û bo xizmetê hatiye amadekirin. Lê balkêş e piştî roja Hevserokê me serdana kampê kirî, bi terzê biserdegirtinê daxistina vê tesîsê helwesteke dûrî cidîyetê ye. Ev kirin, bêyî xwe li benda saeta mesaîyê bigirin û bêyî xwe li rayedaran bigirin hatiye pêkanîn, bi hiqûqî ev kiryar seqet e.
Ji ber vê kiryarê nêzî 900 zarokên Amedî ku hatibû plankirin havînê geşta vê kampê bikin, xeyalên wan şikestiye. Mafê tu kesî nîn e xeyalên zarokan bişikênin. Ji bo parastina mafên zarokan Şaredariya Me dê bizavên xwe yên hiqûqî bo sererastkirina vê biryarê bimeşîne û dê der barê van kesên ev kiryar pêk aniye serlêdana sûc bike.
Ji bo Raya Giştî û Çapemeniyê
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
