Ji dêra Keldanî û Suryanîyan serdana Mizrakli
Serokê Dêra Keldanîyan Yusif Karadayi û Keşê Dêra Meryemayê Yusif Akbulut, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir.
Serokê Dêra Keldanîyan Yusif Karadayi û Keşê Dêra Meryemayê Yusif Akbulut, serdaneka nezakete bo Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli pêk anî. Mizrakli, kêfxweşiya xwe bi serdanê derbirî û maweyekê rûbirû bi mêvanên xwe re rûnişt û sohbet kir.
