Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji keleha Zerzevanê li stêrkan temaşe kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta danasîna bajêr Bernameya Çavdêriya Esmanî ya Keleha Zerzevanê 2021 da destpêkirin.

“Bernameya Çavdêriya Ezmanî ya Keleha Zerzevanê 2021 ya Navneteweyî” ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin, bi piştgiriya Wezareta Pîşesazî û Teknolojî, Wezareta Ciwanan û Sporê, TUBÎTAK, Ajansa Ezmanî ay Tirkiyeyê (TUA), Parêzgeriya Diyarbekirê, Ajansa Geşedanê ya Tirkiyeyê hate lidarxistin, dest pê kir. Bername heta 4’ê îlonê didome.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya Bernameya Çavdêriya Ezmanî ya Navneteweyî ya Keleha Zerzevanê, bi mebesta danasîna bajêr ji mêvanên ji bajarên cida cida hatine, li qada bernameyê stantek danî.

Mêvanan serdana stanta Şaredariya Bajarê Mezin kir, di stantê de ligel materyal û wêneyên danasîna bajêr, buştena “Keremke” û kovara “Diyarbekir Çand û Şaristanî” jî hatin danîn.

Wezîr Varank serdana standê kir

Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê Mehmet Varank, serdana standa Diyarbekirê kir.

Di serdanê de li gel wezîr Varank Walî Karalogu jî amade bû û di serdanê de bultena “Keremke” ya Şaredariyê hate danasîn.

Wezîr Varank der barê xizmetguzariya Şaredariya Bajarê Mezin de agahî wergirtin û qewetxweşî li karmendan da.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan