Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

JI MEDYA Û RAYA GIŞTÎ RA

DAXUYANÎYA SEROKATÎYA DAÎREYA KARÛBARÊN TENDURISTÎ YA ŞAREDARÎYA BAJARÊ MEZIN A AMEDÊ DER BARÊ NAVENDA HEWANDIN Û REHABÎLÎTEKIRINA HEYWANAN DA

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mala Hewandin û Rehabîlîtekirina Heywanan berî 12 salan ava kiriye û niha ev mal xwedaniyê li 400 kûçik û 60 pisîkan dike. Her weha se û pisîkên tereke û bê xwedan jî gava nexweş dibin, an jî seqet dibin tînin vê navendê derman dikin û her weha ev navend bo van heywanên bêxwedan xwedanan jî peyda dike. Ev navenda hewandin û rehabîlîtekirina heywanan bo heywanên bê xwedan hem dibe stargeh hem jî nexweşxane.

Nêzî 4 meh e em hatine ser wezîfeyê, gelek pirsgirêkên kronîkbûyî yên giran ketibûn ser, şaredariya me li gorî vê yekê rêyek daye ber xwe û li gorî daxwaz, daxwazname û giliyên gelê me bizav dike, lewre jî pêwist dibîne ku raya giştî der barê mijaran de agahdar bike. Ev riknê sereke yê şaredartiya me ya civakparêz tê.

Di vê çarçoveyê de, nêzî 2 mehan berê der barê stangeha me de giliyên giring hatin û me demildest der barê 2 xebatkarên xwe de lêpirsîna navxweyî da destpêkirin. Ancax, navenda me li ser 15 hezar û 355 metreçargoşeyê têra dabînkirina kêşeyên heywanan nav sînorên parêzgehê li 17 navçeyan nake. Ji bo wê me bo avakirina Navendeka pêşketî û modern xebat dan destpêkirin. Li gorî vê projeyê, stargeha me dê li ser 17 donim erdê be; tê de dê barûya ewlehiyê, avahiya kargêriyê, ameliyatxane, beşa postoperatîf, jûra rontgen û ultrasyonê, salona perwerdeyê, jûrên teknîkî yên xebatkaran, wc, mizgeft, kafeterya, depoya hewayê cemidî, jûra destwerdana giran û 52 kepirkên heywanan ên bi sê celebî bo heywanên girs, lana pisîkan, beşa karantînayê û otopark hebe. Ji bo vê yekê dê li navçeyan bazgeh bên sazkirin û demildest karê xesandina heywanan û ambulansa heywanan dê bikevin dewrê.

Îro dîsa rewşeke mîna ya stargeha heywanan li ber me ye. Ji ber vê rûdana dilêş me ji roja ewil ve der barê xebatkaran de, 1î berpirsyar, 3 xebatkarên teknîkî û 4 xebatkaran de lêpirsîn daye destpêkirin û bo otopsîya wan bête kirin, termê 6 seyên mirarbûyî me şandine Elezîzê; em ê der barê berpirsyaran de lêpirsinê bidin destpêkirin.

Ligel vê yekê, wekî ku di raya giştî de belav bûye ku gelek heywan mirar bûne, îdiayên dûrî rastiyê ne. Di stargeha heywanan de kûçikên ji 10 salan zêdetir e dijîn hê jî mane û ji 50 zêdetir heywanên seqet jî demeke dirêj e li vir têne ragirtin. Em dizanin, bi awayekî zanayî vê vedigerînin kampanyaya lincê. Ji bo me mirov çiqas hêja bin, heywan û zindiyên xwezayê jî ew qas hêja ne. Ji bo vê yekê deriyê me bo hemû heywanhezên bajêr vekiriye. Pirsgirêk ancax ku wek bajarî em tev hev bigirin dikarin bêne çareserkirin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan