Ji Mizrakli serdana pîrozbahiya rêveberiya nû ya bajêr a HDP’ê
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, seredana Serokatiya Bajarê Amedê ya HDP’ê ku dawiya heftiya borî kongreya xwe bajêr pêk anîbû û rêveberiya xwe ya nû hilbijartibû kir. Mizrakli, bi hevserokên ku nû hatine hilbijartin Hülya Alökmen Ûyanik, Zeyat Ceylan û rêveberên partiyê yên bajêr re hevdîtin pêk anî û hêviya serkeftinê li wan kir. Hevserokên rêveberiya HDP’ê ya Bajarê Amedê, memnûniyeta xwe ya ji bo serdanê anîn ziman û hêviya serkeftinê li Mizrakli kirin.
