Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Xizmetên Jin û Malbatan

Ji DBB’yê di ‘Meha Hişyariya Pençeşêra Pêsîran’ de rêzeçalakî

Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ji bo balê bikişîne ser teşhîsa zû ya pençeşêra pêsîran, di çarçoveya "Meha Hişyariya Pençeşêra Pêsîran" de li navenda bajêr û navçeyan kontrolên tenduristiyê û perwerdeyên pratîk da destpêkirin ku dê heta dawiya mehê dom bikin.

Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), bi armanca zêdekirina hişyariya teşhîsa zû û kontrolê li dijî pençeşêra pêsîran ku li seranserê cîhanê bandorê li 2,3 mîlyon jinî dike, û ji bo hêsankirina gihiştina mafê tenduristiyê bi perspektîfa wekheviya zayendî ya civakî, bernameyeke berfireh da destpêkirin. Di çarçoveya "Meha Hişyariya Pençeşêra Pêsîran" de ku her sal di meha cotmehê de tê organîzekirin, bi xebatên ku dê li seranserê bajêr û navçeyan bên kirin, bal bo ser giringiya teşhîsa zû û hişyariyê tê kişandin.

Di çarçoveya bernameyê de ku bi hevkarî û hevgirtina Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê û Sendikaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) tê meşandin; kontrolên tenduristiyê, civînên agahdarkirinê û perwerdeyên pratîk ku di destpêka meha cotmehê de dest pê kiribûn, dê heta dawiya mehê li navçe û taxên gundewarî berdewam bikin.

Xebatên qadê dê li navçeyan berdewam bikin

Di çarçoveya xebatên qadê de çalakiya yekem li Gomanê Tehtan a Hezroyê hate kirin. Piştre di 7’ê Cotmehê de li gundê Dêlgura Çinarê hate lidarxistin. Di nav bernameyê de, dê di 21’ê Cotmehê de li Çermûgê kontrolên tenduristiyê û perwerdeya pratîk a Miayeneya Pêsîran a ji hêla Xwe ve (KKMM) bê dayîn. Çalakiyên hişyariyê dê di 14’ê Cotmehê de li Pasûrê, di 16’ê Cotmehê de li Erxeniyê û di 23’yê Cotmehê de li navçeya Bismilê berdewam bikin.

Dê semînerên teşhîsa zû bên organîzekirin

Di çarçoveya bernameyê de bi beşdariya Dr. Pispor Derya Denîz Altintaş dê semînerên bi sernavê "Giringiya Teşhîsa Zû di Pençeşêra Pêsîran de" bêne lidarxistin. Semînera yekem dê di 12’ê Cotmehê de li Alî Emîrî, semînera duyem jî dê di 27’ê Cotmehê de li Navenda Jiyana Jinan a Koşuyoluyê pêk bê.

Veguhestina ber bi KETEM’ê ve dê bêpere bê pêkanîn

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bilî xebatên hişyariyê, dê çûnûhatina jinên ku li taxên gundewarî dijîn û dixwazin mamografiyê bikişînin ber bi Navendên Teşhîsa Zû, Kontrol û Perwerdeya Pençeşêra (KETEM) ve bêpere dabîn bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan