Jin eleqek zêde didin kursên Şaredariyê
Şaredariya Bajarê Mezin, di bin banê DÎSMEKê de di 12 beşên cuda de korên perwerdeyê dane destpêkirin, kursên van koran hin bi mebesta pîşeyî ne hin jî bi mebesta hobî ne. Kurs dewam dikin.
Kursên DÎSMEKê yên di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de berdewam in. Bi meha îlonê re li Sumerparkê kursan dest pê kiriye. Kurs nava hefteyê û dawiya hefteyê têne kirin, heta niha 196 kesî beşdarî di van kursan de kiriye. Perwerdeya kursan jî bi destê perwerdekarên di bin banê Navenda Perwerdeya Gel de tên kirin. Maeyê kursan mehek û 2,4 meh e.
Bi taybetî beşdarên kursan piranî jin in. Eleqeya zêde ya jinan balê dikêşe, di vê korê de 122 jin beşdarî kursên DÎSMEKê dikin.
Ji aliyekî din ve jî bo kor û heyamên nû jî qeyd û serlêdana bo kursan dewam dike. Tê zanîn, di kursan de ligel perwerdeya pîşeyî, kursiyer demeka xweş û tijî derbas dikin. Di dawiya kursan de sertîfîka tê dayîn.
