Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Karûbarên Park û Baxçeyan

Li Bulvara Alî Gaffar Okan dê 1200 dar bên çandin

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatên zêdekirina qadên keskeşîn ên li seranserê bajêr û avakirina jîngeheke domdar de, di projeya nûveavakirina hawirdorê de ya ku li Bulvara Ali Gaffar Okanî da destpêkirin, derbasî çêkirina jorahiyê bû. Bi armanca dewlemendkirina qada keskeşîn, wê li qadê 1200 darên nû û 30 hezar çîçek/giyayên berûj bên çandin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi armanca xurtkirina tevna ekolojîk a bajêr xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, projeya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve li ser qadeke bi tevahî 67 hezar û 500 metreçargoşe ya li Bulvara Alî Gaffar Okanî tê meşandin, armanc dike ku tevkariyê li vîzyona şaredartiya nûjen a bajêr bike. Di qonaxa ewil a xebatan de, bal kişandin ser çêkirina binesaziya krîtîk da ku qad di demeke dirêj de bê pirsgirêk xizmetê bike. Di vê pêvajoyê de pergalên avdanê, elektrîkê, drenajê û karên dagirtina axê bi awayekî bê kêmasî hatin qedandin û derbasî xebatên jorahiyê hat kirin.

Welatî wê bi rêya bezê nefesê bistînin

Wekî encama xebatên ku tîmên Serokatiya Daireya Park û Baxçeyan bi hûrgilî dimeşînin, rêya bezê ya ku niştecihên bulvarê û hezkiriyên werzişê pêdiviya xwe pê dibînin, tê çêkirin. Wekî din, qonaxa ewil a çandina dar û çîçekan jî pêk hat. Tîm wê xebatên çandina daran ên ku dê tevna keskeşîn a bajêr dewlemend bikin, li gorî salnameya hatiye plankirin bidomînin.

1200 darên nû û 30 hezar çîçek tên çandin

Yek ji aliyên herî baldar ên projeya ku bi têgihiştineke rêveberiya jîngehê ya domdar hatiye amadekirin, girîngiya ku daye xwezayê ye. Di çarçoveya projeyê de darên heyî yên li qadê bi hûrgilî tên parastin, bi armanca ku qada kesk hê zêdetir bê dewlemendkirin jî 1200 darên nû û 30 hezar çîçek tên çandin.

Gava ku Bulvara Ali Gaffar Okanî temam bibe; wê bi binesaziya xwe ya nûvekirî, rêya xwe ya bezê ya nûjen û bi hezarên hebûnên xwe yên nebatî yên nû re qadeke jiyanê ya ku dê bide beredayîna welatiyên Diyarbekirê pêşkêş bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan