Li Herêma Polîklînîkê ya Zanîngeha Dîcleyê xebatên rêkûpêkkirina jîngehê bi dawî bûn
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li herêma polîklînîkê ya Zanîngeha Dîcleyê li qadên ku welatî bi giranî bi kar tînin, xebatên rêkûpêkkirina jîngehê qedand. Li pêşiya polîklînîkê û li derdora qada bêhnvedanê serî li sepanên bordurmatîk, rijandina betonê û xalîçeya kevirî hat danîn, her wiha ji bo zêdekirina gihîştina qadê jî xebat hatin kirin.
Serokatiya Daîreya Park û Bexçeyan, xebatên xwe yên ji bo ku qadên giştî li giştî bajar bibin xwediyê rêkûpêkî û bikêrhatineke çêtir didomîne. Di vê çarçoveyê de xebatên ku ekîban li Herêma Polîklînîkê ya Zanîngeha Dîcleyê, li derdora Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê û li kolana Necmettin Erbakan da destpêkirin, hatin qedandin.
Di çarçoveyê xebatên ku li Herêma Polîklînîkê ya ku li nava kampusa Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ye û ji aliyê welatiyan ve bi giranî tê bikaranîn de hatine meşandin, pêşiya polîklînîkê û derdora qada bêhnvedanê ji nû ve hat rêkûpêkkirin. Li qadê sepanên bordurmatîk hatin kirin û li beşên ku pêdivî pê hebû beton hat rijandin. Li qadên ku ji bo bikaranîna peyayan tên armanckirin sepanên xalîçeya kevirî hatin qedandin, her wiha ji bo ku welatî bigihîjin qadê bi rehetiyeke mezintir, xebatên ji bo hêsankirina gihîştinê hatin cîbicîkirin.
Bi xebatên ku hatine meşandin re hate armanckirin ku şert û mercên fîzîkî yên qadên peyayan û bêhnvedanê yên li derdora polîklînîkê werin başkirin û qad ji bo welatiyên xwedî pêdiviyên cuda bibe cihekî gihîştîtir.
Li ÇandAmedê birêkûpêkkirina jîngehê
Ekîbên Serokatiya Daîreya Park û Bexçeyan li herêma Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê jî xebateke berfireh a rêkûpêkkirinê pêk anîn. Di çarçoveyê xebatan de pêşî zemînê kevn û dîwarên perdê yên heyî hatin hilweşandin. Piştî xebatên amadekariyê, li qadê sepanên îzolasyonê û rijandina betonê hatin kirin. Di nav rêkûpêkkirinên zemîn de sepena zemînê terazzo hat kirin û çêkirina dergejokan (pêpelûkan) jî qediya.
Di çarçoveyê nûvekirina dîwarên perdê de jî bi pêkanîna rûpoşa kerpîçên çandî û sepanên harpuştayê re rêkûpêkkirina jîngehê ya qadê hat temamkirin.
Li kolana Necmettin Erbakanê xebatên peyarêk û avdanê
Li beşa kolana Necmettin Erbakanê ya ku di navbera Bulvara Diclekent û Stadyûmê de dimîne, xebatên rêkûpêkkirina peyarêkê hatin meşandin. Ekîban li ser gûzergehê sepena bordurmatîk û xebatên danîna peyarêkan qedandin.
Ji bo ku qadên peyzajê bi awayekî rêkûpêk û bi bereket bên avdan, li herêmê sîstema avdaniya aqilmend hat sazkirin, her wiha pêvekirina qutiyên çopê û çêkirina tora hesinî ya bin darokan hatin pêkanîn.
Li beşa Kolana Necmettin Erbakanê ya ku di navbera Bulvara Diclekent û Rêya Urfayê de dimîne jî, li ser navînê refûjê xeta sîstema avdaniya aqilmend hat kişandin.
Bi qedandina xebatên ku Serokatiya Daîreya Park û Bexçeyan li sê herêman meşand re, şert û mercên fîzîkî yên qadên peyayan, rêkûpêkkirinên peyzajê û qadên bikaranîna giştî hatin baştirkirin.
