Kampa Havînê ya Zarokan dest pê kir
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, her sal ji bo zarokên desteng ên 9-14 salî Kampa Havînê ya Zarokan li dar dixe; kampê, bi beşdariya 80 zarokan dest pê kir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê de ji bo zarokên desteng ên 9-14 salî, her sal demsala havînê, Kampa Havînê ya Zarokan li dar dixe. Kamp, bi beşdariya 80 zarokan, li Gezîna bi ser Madena Elezîzê dest pê kir. Kamp 8 hefteyan didome û her kom, 5 rojan li kampê dimîne.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di maweyê kampê de hatinûçûyîn jî tê de hemû pêdiviyên zarokan bi stû xwe ve digire. Di roja serî ya kampê de, şimik, çentik, pêşgîr, tîşort, şort, şampuan, macûna diranan û firçeyê didanan bê pere li zarokan belav dike. Pênc rojên tatîlê zarok rojê sê danan bi çavdêriya dîyetîsyenan dê xwarina xwe bixwin. Karê birin û anîna zarokan li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye.
Di Kampa Havînê ya Zarokan de, zarok dê ji atolyeyên hunerî û çandî sûdê werbigirin. Her weha zarok dê di melevanîgeha kampê de fêrî avjeniyê bibin. Her weha di kampê de aktîvîteyên sportîf jî hene mîna baketbol, voleybol û futbol.
