Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Kanalîzasyona Haydana Jorîn a Gêlê amade ye

Şaredariya Bajarê Mezin, çêkirina xeta kanalîzasyonê ya gundê Haydana Jorîn a bi ser navçeya Gêlê temam kir.

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ), bi dahata xwe ji bo navenda bajêr, navçe û gundan xizmetên giring ên binesaziyê cî bi cî dike.

DÎSKÎ ji bo çêkirina xeta kanalizasyona Haydana Jorîn boriyên koruge û betonî yên bi çapa 4 hezar û 944 metre dabîn kirin.

Di encama xebatê de çala foseptîp a bo 1000 kesî jî hate çêkirin û di encama xebatê de li rêyên ku zirar bi wan ketiye jî 437 kevirê parke hate danîn.

Xeta kanalîzasyonê bi berdêla 989 hezar û 646 lîreyî hate çêkirin û di 180 rojan de amade bû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan