Karaloglu, daxwaza bahîvkaran anî cih
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, daxwaza makîneya şikandina bahîvan a hilberînerên Gêlê bi cih anî.
Yekitiya Hilberînên Bahîvan a Gêlê, di serdana wî ya 13’ê tebaxê bo navçeyê de ji walî Karaloglu daxwaza makîneya şikandina bahîvan kiribû.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi serperiştiya walî Karaloglu, ji bo hilberînerên bahîvan jê sûdê werbigirin makîneya şikandina bahîvan kirrî.
Serokê Daîreya Xizmetên Gundewarî Nîhat Nurbakî, serdana Yekitiya Hilberînerên Bahîvan a Gêlê kir û makîneya şikandina bahîvan diyarî wan kir.
Di saetê de heta 200 kîloyan bahîvan dişikêne
Nurbakî, diyar kir ku ev makîneya bi mono faz elektrîkê dixebite li gorî cıureyê wê di saetekê de ji 100 heta 200 kîlogram bahîvan dikare bişkêne.
Düzenli bakımı yapıldığında makinenin yüzde bir fire verdiğini belirten Nurbaki, makinanın birliğe ve badem üreticilerine hayırlı olmasını diledi.
Nurbakî bal kişand ku heke saxtîya makîneyê baş bête kirin makine ji sedî yek xeletiyan nake û got, bila makine li hilberên bahîvan pîroz be.
