Karaloglu: “Em xizmetkarê xelkê xwe ne”
Şaredariya Bajarê Mezin, Şaredariya Peyasê û Wezareta Jîngeh Bajarvanî û Guhartina Avhewayê li Taxa Firatê Qerequya Jêrîn hemleya veguherîna di cih de da destpêkirin
Walî Karaloglu:
“Bi welatiyên xwe re dest bi dest dil bi dil em xebatên veguherîne bajarî didin destpêkirin.”
Şaredariya Bajarê Mezin li navçeya Peyasê Taxa Firatê gundê Qerequya Jêrîn veguherîn da destpêkirin.
Walî Munîr Karaloglu, çû devera xebatên veguherîna di cih de hatiye destpêkirin û xebat saxtî kirin.
Karaloglu, di daxuyaniya vir de, bal kişand ku li hin taxên Diyarbekirê wan bi Wezareta Jîngeh Bajarvanî û Guhartina Avhewayê re xebata veguherîna bajarî dane destpêkirin.
Karaloglu got, “Em bi welatiyên xwe re dest bi dest, dil bi dil xebata veguherîna bajarî didin destpêkirin” û bal kişand ser veguherîna li Feritkoşk, Benûsen û Dîcleya li Yenîşehrê, Kaynartepeya li Baglarê û got, xebata van semtan berdewam dike.
Karaloglu diyar kir ku wan hin gilî ji niçtecihên devera Qerequya Jêrîn wergirtiye û weha axivî:
“Li zikê bajêr gom û axûr hebûn, bêhn dikir, pêşû û mêş jê peyda dibûn. Xelkê me yê vê derê û kesên haiwrdorê gelekî ji bêhnê aciz dibûn. Çimkî şertên jiyanê li vir pir kambax bû. Her kesî heqê wan heye di şert û mercên wek yên insanan de bijîn. Em wiha lê dinêrin. Her welatiyê me yê li Diyarbekirê dijî ber dilê me bi qedr û qîmet e.”
“Em veguherîna di cih de dikin”
Karaloglu amaje bi vê da ku niştecihên Qerequya Jêrîn her dê li vê derê jiyana xwe bidomînin û weha axaftina xwe domand:
“Şaredariya Bajarê Mezin, Şaredariya Peyasê, Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê, bi piştgiriya Gerînendetiya Giştî ya Emlaka Milî em li vê derê veguherîna di cih de pêk tînin. Xelkê me dê her li ser mala xwe bin, kes naçe tu derekê. Ew ê di xaniyên nû de rûnin, herw eha ji 52 donima erdê wê dê 25 donimê wê bo park bêt terxankirin. Tenê dê li ser 19 donimî xanî bêne çêkirin. Em ê li Peyasê taxeke xweşik, hêjayî welatiyên xwe durist bikin.”
“Di tarîxa Diyarbekirê de tu serdemekê qasî vê serdemê têkoşîn dijî avahiya bi qaçaxtî nehatiye kirin”
Karaloglu bal kişand ku van demên dawîn hinek dibêjin li Diyarbekirê “avahiyên bi qaçaxî tên çêkirin” û li ser mijarê weha got:
“Hinek radibin dibêjin ‘Diyarbekir bê xwedî nîn e. Li Diyarbekirê avahiyên qaçaxî têne çêkirin, em daxuyaniya sûc didin’. Em jî ji wan re dibêjin, nexêr, di tarîxa Diyarbekirê de tu serdemekê qasî vê serdemê têkoşîn dijî avahiya bi qaçaxtî nehatiye kirin. Hema bêje li ser taxa Diyarbekirê ku pirsgirêka wê ya avasaziyê heye, niha xebatên veguherîna bajarvaniyê hatiye destpêkirin. An ji ber ku welatî bi van pêkhatinên me kêfxweş in û ew li ser vê dixwazin mijarê berevajî bikin, an jî derdekî wan heye. Rabûn li Girê Çilezîzan rezîdans ava kirin, milet xistin zirarê, ji ber rantxuriya wan, niha Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Sûrê dê 100 milyon tazmînatê bide, ev pere ji berîka gel derdikeve. Heke hûn bixwazin xwedîtiyê li vî bajarî bikin, derkevin pêş û bibêjin, bila ev kesên miletê me xistiye zirarê, wî 100 milyon tezmînatê ji berîka xwe bidin.”
“Em xizmetkar û xebatkarê miletê xwe ne”
Karaloglu, diyar kir ku ew xebatên encamgir dimeşînin, mebesta wan ew e ku pirsgirêkên gel çareser bikin û weha axivî:
“Ez ji demogojiyê hez nakim, karê min pê tune. Karê me ew e, ez xizmetê bikim, pirsgirêka welatiyan çareser bikim. Em bala xwe didim xebatên encamgir. Van hevalan bi daxuyaniya xwe dîsa hetika xwe bir. Wa gotiye, ‘Walî bi van kesên li şevnişînan rûdinin dikare.’ Dewlet, walî, qeymaqam, wezîfedarên dewletê dijî gel zorê bi kar nayne. Em xizmetkarên xelkê xwe ne, em xebatkarên gel in. Em bi welatiyan re lihev dikin û wisa veguherîna bajarî pêk tînin. Hemû gundiyên me yên vî gundî, muxtar va ye tev li vê derê ne, ka me li dijî kê zordestî kiriye? Nexwe wê demê derdê we çi ye? Îja ‘walî bi kesên şevnişîn dikare’ çi ye, em dijî avahiyên bi qaçaxî têdikoşin. Bila tu kes li qusûrê nenêre, em hêza xwe dijî zordest û fitnekaran bi kar tînin, ne dijî feqîrên şevewaran. Em dijî kesên dixwazin huzura miletê me têk bidin hêza xwe bi kar tînin. Em xizmetî miletê xwe dikin. Em xizmetkar in.”
“Em ê bajarsaziyeke hêjayî xelkê Diyarbekirê pêk bînin”
Karaloglu, bal kişand ku li gundê Peyasê yê bi ser navçeya Peyasê bi salan e pirsgirêka bajarsaziyê heye, Şaredariya Bajarê Mezin, Şaredariya Peyasê û Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê bi hev re ev kêşe çareser kiriye, guherîna avedaniya li cih de kêfa her kesî anîye û weha axivî:
“Biryara guherîna avedaniyê ji Şaredariay Bajarê Mezin, şaredariya navçeyê derket, êdî eseh e. Em kêfxweş bûn, her kes kêfxweş bû, itiraza tu kesî tune. Tu evdê Xwedê îtiraz nekir. Wê derê jî eyn wek vê derê kavil bû, me xwest wê derê xilas bikin. Ew kesên îdia dikin ku ew xwediyê vî bajarî ne bi bayê beze çûn ber deriyê Jûra Plansazên Bajêr a bi ser TMMOBê, dewa birin mehkemeyê, doz vekirin. Bi muxtar re, welatiyan re lihev kirin û plana me betal kirin. Xizmetkirina bo bajêr ne ew e tu zilmê li xelkê bikî. Xizmetkirina bajêr ew e ku tu pirsgirêka welatiyan çareser bikî û jê re xizmetê bikî. Erê camêran di rezîdansan de rûdinin, kêf kêfa wan e lê ew dibêjin bila xelkê gundê Peyasê gundê Qerequyê di nav xirbeyan de bijîn. Em rê nadin vê hevalno. Heta ji destê me tê em ê her devera Diyarbekirê bajarsaziyeke xweşik pêk bînin.”
“Baweriyê bi kesê xizmeta we dike bînin”
Karaloglu bi bîr xist ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi taybetî li ser projeyên der barê Diyarbekirê disekine û axaftina xwe weha bi dawî kir:
“Ez gelek spasiya cenabê wî dikim. Hemû wezîrên me giringiyê didin Diyarbekirê. Çimkî Diyarbekirê gelek sal winda kirin. Em hewl didin van salên wê lê vegerînin. Înşeleh ji vir pê de jî xebatên me dê berdewam bikin. Em spasiya xelkê xwe dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan mil dan ber milê me. Çimkî em ji bo wan têdikoşin. Hayê wan jî bi vê heye. Siberoja Diyarbekirê geş e, siberoja Diyarbekirê dê ji îro geştir be. Baweriyê bi me bînin, baweriyê bi kesên xizmetê ji we re dikin, bînin.”
Di bernameyê de Qeymaqamê Peyasê Unal Koç, Endamê MKYKa Ak Partiyê Alaattin Parlak, keya û şêniyên deverê amade bûn.
