Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Karaloglu: “Ji bo em salên windakirî yên Diyarbekirê lê vegerînin em ê xebata xwe bidomînin”

Walî Munîr Karaloglu, Navenda Rehabîlîtasyon û Saxbêriya Ajelan ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate çêkirin, xist ber xizmetê

Karaloglu:

“Ji bo em salên windakirî yên Diyarbekirê telafi bikin, hêviyên wê yên têkbirî ji nû ve şîn bikin em ê bi hev re xebata xwe berdewam bikin.”

Walî Munîr Karaloglu, Navenda Rehabîlîtasyon û Saxbêriya Ajelan ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate çêkirin, xist ber xizmetê.

Navenda Rehabîlîtasyon û Saxbêriya Ajelan li ser 17 donim erdê hatiye avakirin û di navendê de ji bo heywanên nexweş amaliyatxane û laboratuarek heye.

Navend dê bi 3 beyter, 3 tekknîkerên beyterîya tenduristiyê, 9 karmend, 5 amûr û Amûrê Xesandina Gerîde xizmetê bimeşîne.

Navenda Rehabîlîtasyon û Saxbêriya Ajelan ku li Siwara Hêştirborkan e, bi beşdariya Walî Karaloglu ket ber xizmetê û Karaloglu di axaftina xwe de got, vê sir û serma zivistanê wan hêlîneke germ bo “can dostan” vekiriye.

Karaloglu bal kişand ku bajar tenê jîngeha mirovan nîn in û weha axivî:

“Êdî em tenê li van bajaran najîn. Li van jîngehan ligel me jîndarên din jî hene, cam dostên me hene. Wek şaredarî li ser me ye ku em ji wan re saxbêr û malên venêrînê çêkin, ji bo wan dezgeh û hêlînan durist bikin.”

Ev dezgeh dê xizmetê bide ajelên li Diyarbekir û derdora wê

Karaloglu, bi bîr xist mercên saxbêriya berê baş nebûne, her dem ajelhezan gil û gazin der barê wê de dikirin û bal kişand ku wan saxbêriya berê hilweşandiye û li şûna wê Navenda Rehabîlîtasyon û Saxbêriya Ajelan a modêrn ava kiriye.

Karaloglu, diyar kir ku ev navend ji bo çareserkirina pirs û kêşeyên ajelên nexweş û hewceyî bi saxbêriyê ji bo navenda Diyarbekir û derdora wê hatiye avakirin û weha got:

“Welatî wisa hizir dikin, dibêjin heywanên tereke yên li kolanan bila li navendekê bên komkirin. Ev hem bi insanî hem jî bi çavê mafên heywanan tiştekî rast nîn e, mimkûn jî nîn e. Li vê derê tişta em bikin, em ê xwedîtiyê li heywanên pêdivî bi alîkariyê bikin, wan rehabîlîte bikin, heke pêdivî bi emeliyatê hebe emeliyata wan bikin. Heke birîndar be birîna wan bipêçin, heke ew heywan demeke nêzik za be, wê û têjikên wê heta demekê li vê derê xudan bikin.”

“Em ê bo xudanlêderketinê pergalekê saz bikin”

Karaloglu amaje bi hindê kir ku ev navend bi cîhazên modern hatiye terxankirin û got tê de emeliyatxane, laboratuar, ûniteya rongênê û malên ajelan hene.

Karaloglu weha got, “Em ê liv ê navendê pergaleke wisa saz bikin, heçî bixwaze dikare bête virê ji heywanan hez bike, heçî bixwaze dikare ser sîstemê bibe xudan heywan û ji xwe re bistîne. Ev navend dê xizmetê bo bajarê me û bo herêma me bike.”

“Ligel pandemiyê jî me xizmetên giring kirin”

Karaloglu, weha dawî li axaftina xwe anî:

“Em, li Diyarbekirê xizmeteke giring a veguherîna bajarî û venûkirina bajarî dimeşînin. Aha ev dezgehê ha me îro ji bo bajarê xwe wek xizmeteke venûkirinê kire diyarî. Em ê lê bixebitin ku salên windakirî yên Diyarbekirê lê vegerînin, hêviyên wê yên tepisandî ji nû ve geş bikin. Saşa 2021ê hem li cihanê hem li Tirkiyeyê ji ber pandemiyê gelek tengasî hatin kişandin ligel vê şukir ji Xwedê re me li Diyarbekirê projeyên giring pêk anîn. Me bi van projeyan asta jiyana xelkê xwe bilindtir kir. Sala 2022’ê jî em ê bi heman eşq û dilsoziyê xebata xwe bidomînin û ji lew re îro, vê sir û sermayê em hatin vê derê da ku vê navendê bixin ber xizmetê. Sala 2022ê em ê li 17 navçeyan ji bo çareserkirina pirs û derdên welatiyan bixebitin.”

Di bernameyê de parlamenter M.Mehdî Eker û Serokê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê Muhamed Kasim Aydin jî her yekê axaftinek kir.

Piştî axaftinan Walî Karaloglu, ligel şandeya beşdar navend xist ber xizmetê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan