Karaloglu, xelata “Bajarên Ciwandost” ji destê Serokomar Erdogan girt
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, bi boneya serkeftina projeya “Bajarên Ciwandost” xelata serkeftinê li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin pêşkêşî Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, di “Pêşbirka Raman û Projeya Bajarên Ciwandost” de ku ji aliyê Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) û Wezareta Spor û Ciwanan ve hate lidarxistin, bi projeya xwe ya “Genç Start-Up Diyarbekir” kete nav 22 şaredariyan û mafên wergirtina destekê stand.
Merasîma xebatdanê, di navbera 24-25’ê tebaxê de bi malovaniya TBB û Wezareta Spor û Ciwanan, bi beşdariya Serkomar Recep Tayyîp Erdogan li ATO Congresium Navenda Pêşangeh û Kongreyan a Enqereyê hate lidarxistin.
Di bernameyê de piştî axaftina Serokkomar Erdogan, Wezîrê Ciwanan û Sporê Muharrem Kasapoglu û Seroka TBB’ê Fatma Şahîn merasîma xelatdanê dest pê kir.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, bi boneya serkeftina projeya “Bajarên Ciwandost” xelata serkeftinê li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin pêşkêşî Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu kir.
Karaloglu, ji ber vê xelatê û piştgiriya wî ji bo lidarxistina vê pêşbirkê û her weha desteka wî ya zêde ji bo bajarê Diyarbekirê spasiya Serokomar Erdogan kir û malavayî da Kasapoglu û Şahînê.
