Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Koma Eywan û Koma Çayda Çira li Diyarbekirê stranên xwe gotin

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bernameyên meha Adarê de ji bo Koma Eywan a Diyarbekirê û Koma Çaydan Çira ya Elezîzê konsera biratiyê li dar xist.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di çarçoveya bernameyên meha Adarê de, li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç, ji bo Koma Eywan a Diyarbekirê û Koma Çaydan Çira ya Elezîzê konsera biratiyê li dar xist.

Di konserê de stranên Diyarbekir û Elezîzê hatin gotin û mêvanan li ber stranan govend gerand.

Nazli Ergen hatiye pêş konserê, diyar kir ku ew bernameyên Şaredariya Bajarê Mezin ji nêzik ve dişopîne û tekez kir ku ew gelekî pê xweş in ku ev bername bêpere têne lidarxistin û weha got:

“Bernameyeke pir xweş bû, bi saya wê em çandên cuda nas dikin. Bi taybetî ez dibînim ku herêma me çendî rengîn e. Îro me folklora Elezîzê temaşe kir, bernameyên weha pir bi kelecan in.”

“Ez 55 salî me min bernameyeke weha xweş nedîtibû”

Mehmet Barut, diyar kir ku ew tevî malbata xwe tête pêş bernameyên weha û weha axivî:

“Wê şevê şevbihêrka Rihayê hebû, îro şevbihêrka Elezîzê. Ez 55 salî me, min di heyata xwe de cara pêşîn bernameyeke weha xweş dît. Bi taybetî van salên dawîn gelek bernameyên xweş tên lidarxistin, muzîsyenên jêhatî têne pêş, tev derçûyên konservatuarê ne. Stranbêjên weha li Stenbolê jî nîn in. Bila her kes ligel malbata xwe bên pêş van bernameyan.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan