Koma Tîllo li Diyarbekirê şevbihêrka qesîdeyan li dar xist
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bernameyên meha rojî Remezanê de Koma Tîllo derxist pêş şêniyên Diyarbekirê.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi drûşma “Bihara Remezanê” bernameyên şox û şenga rojîyê ji bo welatiyan li dar dixe û bi vê wesîleyê hunermendên naskirî derdixe pêş şêniyên bajêr.
Di bernameya ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ve hate lidarxistin de Koma Tillo, stranên xwe bo xelkê Amedê gotin.
Konser li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç birêve çû, komê qesîdeyên xwe yên hezkirî ji bîneran re strîn û şevbihêrkeke xweş daborand.
Zulkuf Oral tevî malbata xwe hatibû pêş konserê, diyar kir ku wan bi dilekî xweş guhdarî kiriye. Oral, da zanîn ku ew bernameyên Şaredariya Bajarê Mezin ji nêzik ve dişopîne û got ku bernameyên bona rojî Remezanê têne amadekirin gelekî xweş in.
Dîcle Sert hatibû pêş konserê, aşkere kir ku ew ji hesabên medyaya civakî helkeftên Şaredariya Bajarê Mezin dişopîne û got, heta jê tê beşdarî li helkeftan dike. Sert, got ku gelek kêfa wê bi bernameyan têt û destnîşan kir ku tevî malbat û hevalên xwe wê, demeke xweş borandiye.
Zeynep Bayram jî amaje pê kir ku Şaredariya Bajarê Mezin hem ji bo zarokan hem ji bo mezinan bernameyan çêdike û got ku wê zarokên xwe anîne pêş sînema û şanoyên zarokan û herweha beşdarî li bernameyên bo mezinan jî dike.
