Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Komela Kuçeya Hunerê serdana Mizrakli kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, endamên Komela Parastin û Geşedana Kuçeya Hunerê ya Ofîsê (SSD) kirin mêvan, di serdanê de der barê pirsgirêkên Kuçeya Hunerê de axivîn.

Endamên Komela Parastin û Geşedana Kuçeya Hunerê ya Ofîsê (SSD), serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir. Di serdanê de pirsgirêkên der barê Kuçeya Hunerê de hatin axaftin û endamên SSDê pirtûk diyarî Mizrakli kirin.

Endamên SSDê der barê pirsgirêkên Kuçeya Hunerê de agahî dan Mizrakli û bo çareseriyê daxwaza wan jê re gotin. Hevşaredar Mizrakli jî bal kişand ku gelek pirsgirêk hevpar in û got, “Jiyan hinekî jî ew e mirov pirsgirêkan bide ber xwe û bikaribe bi hev re çareser bike. Em hemû xwedanê bîra vî bajarî ne. Gava em li bajêr dinêrin, yek ji wan bajaran e, li dinyayê ku herî zû mezin dibe. Lê gava em vî bajarî û wan didin ber hev gelek ferq navbera wan de heye. Divê em bi aqilekî hevpar pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan