Konfederasyona TUM-ÎŞê serdana Mizrakli kir
Serokê Giştî yê Konfederasyona TUM-ÎŞê Mahmut Şahin û endamên desteya rêveber, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir û di xebata wî de serkeftin xwest.
Serokê Giştî yê Konfederasyona TUM-ÎŞê û endamên desteya rêveber ku bo hin hevdîtinan hate Amedê serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir û di xebata wî de serkeftin jê re xwest. Serokê TUM-ÎŞê Şahîn di xebata Mizrakli de serkeftin xwest. Mizrakli, kêfxweşiya xwe bi serdanê anî ziman û spasiya wan kir.
Serokê Giştî yê TUM-ÎŞê Mahmut Şahîn, pirtûka Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî diyarî Mizrakli kir û got ku qebûlkirina pirtûkan şûna kulîlkan gelek watedar e. Mizrakli bal kişand ku heta niha nêzî deh hezar pirtûk berhev bûne û got ku wan dil heye li Navsûran pirtûkxaneyekê ava bikin. Mizrakli got, “Em şûnwarekî ku nivîskar û xwendevan lê bêne cem hev, hem wijdana Sûran hem jî bîra wan raber bike, dixwazin. Çimkî sûr ji aliyê me ve belkî ji aliyê vê erdnîgariyê ve gelek giring e.”
