Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Konsera Koma Eywan û Şevbihêrka Rihayê

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bernameya çandê ya meha sibatê de konsera Koma Eywan a Diyarbekirê û Koma Şevbihêrka Rihayê li dar xist.

Şaredariya Bajarê Mezin, her meh bi bernameyên çand û hunerî ji bo şêniyên Diyarbekirê çalakiyên bêpere yên çand û hunerî li dar dixe.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di çarçoveya bernameyên Sezona Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran de konsera konsera Koma Eywan a Diyarbekirê û Koma Şevbihêrka Rihayê li dar xist.

Konser, li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç birêve çû, qerebalixeke mezin a şêniyan tê de beşdar bûn û paşê Koma Eywan a Diyarbekirê û Koma Şevbihêrka Rihayê stranên xwe pêşkêş kirin.

Di konserê de stranên devera Diyarbekir û Urfayê hatin gotin û şênî bi govendê beşdarî stranan bûn.

Konser, bi belavkirina ecîna ji bo beşdaran amadekirî, bi dawî bû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan