Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Konservatuara bajêr serlêdanan hildide

Serlêdanên ji bo ezmûna behremendiyê ya Konservatura Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin 13’ê îlonê dest pê dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo hunermendên nû li bajêr rabin û bigihêjin û hunermend mifayê bidin çanda bajêr xebatên xwe didomîne.

Perwerde di branşên Muzîka Hunerî, Muzîka Gelêrî, Govend, Şano û Wênegeriyê de tên dayîn û her kesê 18-35 salî dikarin serlêdana xwe bikin û serlêdan jî di navbera 13-30’ê îlonê de ne.

Ji bo Govendê 20, ji bo Muzîka Hunerî, Muzîka Gelêrî, Şano û Wênegiriyê 15 berbijêr dê bêne wergirtin û her weha bi qasî hejmara kontenjana beşan dê berbijêrên yêdek jî bêne wergirtin.

Serlêdan bi online tên wergirtin

Serlêdana konservatuarê bi online tê kirin û her berbijêr tenê dikare serlêdana xwe di branşekê de bike.

Kesên bi online serlêdana xwe bikin û bêne pejirandin divê heta 4’ê keçêrê ew bi xwe belgeyên xwe radestî Gerînendetiya Konservatuaran a li Navenda Çandê û Kongreyan bike.

Berbijêrên ku dê serlêdana wan bête pejirandin di navbera 4-8’ê kewçêrê de li Navenda Çandê beşdarî ezmûnekê bibin, serkeftiyên ezmûnê dikarin di navbera 11-15’ê kewçêrê de qeyda xwe ya esehî bikin.

Perwerdeya konservatuarê 4 sal (8 nîvsale) tê kirin û perwerde 18’ê kewçêrê dest pê dikin. Di encama perwerdeyê de serkeftî dê sertîfîkayê bistînin.

Ezmûn dê li gorî tevdîrên Kovîdê bên kirin

Ezmûna Behremendiya Taybet, dê li gorî tevdîrên pandemiya ji bo Kovîd-19 tên wergirtin, bên kirin.

Ji ber vê yeke dê ji berbijêran koda HES bête xwestin û kesên bê rîsk dê bo ezmûnê bêne wergirtin.

Dersxane her roj dê bêne dezenfektekirin, ezmûn dê li gorî randavûyê bêne kirin da ku qerebalix çênebe.

Ji bo berbijêrên serkeftî da ku qeyda xwe ya esehî bikin dê karta derzîkirinê/karta vaksînê bête xwestin.

Ew kesên du caran derzîya koronayê li xwe nexistî hefteyê carekê dê testa PCR jê bête xwrestin ancax bi wî rengî dê beşdarî perwerdeyê bête kirin.

Di maweyê perwerde û hîndekariyê de her roj dê dersxane bêne paqijkirin, dezenfekteya wan bête kirin û li gorî tevdîrên pandemiyê bi çepûrastkî bêne rûnandin.

Ji bo serlêdanê pêlî vir bikin, https://form.jotform.com/212492203152040

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan